Nûçeyên Iraqê

DAIŞ 19 kesên sivîl li rojhilatê Sûriyê "îdam dike"

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) 19 kesên sivîl di nav de du zarok li gundekî li rojhilatê Sûriyê îdam kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Şemiyê (20ê Gulanê) got.

"Çekdarên DAIŞê roja Înê derbasî gundê Cezret Bûşems bûn û 19 kesên sivîl kuştin, di nav de du jin û du zarok, gule berdan serên wan berî ku laşên wan bişewitînin," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman ji AFP re got.

"Hinek ji wan li cadê nêzîkî hev kiribûn berî ku bêne kuştin û hinek li malê hatibûn îdamkirin," wî got, wî anî ziman jî ku çekdarên DAIŞê sê endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) revandibûn berî ku ji gund vekişin.

Cezret Bûşems gundek li parêzgeha Dêrezorê ye, ku piraniya wê li jêr kontrola DAIŞê ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk ew xistibûne jêr kontrola xwe dema ku şervanên hevpemaniyê pêşî di destpêka vê salê de derbasî deverê bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500