Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê bajarê Humsê bi temamî dixe jêr kontrola xwe

Rêjîma Sûrî roja Yekşemê (21ê Gulanê) bajarê Humsê yê navendî ji nû ve bi temamî xiste jêr kontrola xwe û çekdarên opozîsyonê ji devera dawî ya ku di destê wan de bû derxistin, AFP ragihand.

Ji Kanûna Yekem ve, opozîsyonê Heleba asêgeha xwe ya berê û hema bêje hemû deverên ku wê li Şamê kontrol dikirin jidest dan.

Lê belê, ev şikestina dawî bêtir sembolîk e, ji ber ku piraniya opozîsyonê di sala 2014an de ji Humsê hatibû derxistin piştî du salan ji bombebarankirin û dorpêçkirina dijwar.

"Basa dawî ya ku (kesên derxistî têde bûn) ji taxa Wair derket," parêzgarê parêzgeha Humsê Telal Berazî got.

Roja Şemiyê, wî got ku 3,000 kesên derxistî, di nav de 700 çekdarên opozîsyonê, biryar hatibû standin ku wan ji Wair derbixin.

Kesên derxistî di 50 basan de derketin dema ku bêtir ji 30 kaymonan ên ku bi malûhalên wan hatibûne barkirin dane ser şopa wan.

Gelek çekdarên opozîsyonê desmalên reş lixwe kiribûn daku rûyên xwe veşêrin, hinekên din ji wan jî çekine sivik hilgirtibûn ku li gor lihevkirinê destûrkirî bûn, dema ku malbatan rahiştibûn çenteyên rêwîtiyê û zarokan rahiştibûn pêlîstokan.

Operasyonê ji du mehan ve destpê kiriye û di nav çend hefteyan de hatiye cîbicîkirin.

Li gor lihevkirinê, hikûmet dê korîdoreke ewle ji çekdarên opozîsyonê re peyda bike ji Humsê heta deverên ku li jêr kontrola opozîsyonê li deverin din li Sûriyê ne, di nav de parêzgeha Idlib a li bakurê rojava.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500