Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêşveçûneke mezin li Mûsilê pêk tînin

Hêzên Iraqî yên hevbeş gelek erd li Bajarê Kevin ê Mûsilê yê ji jêr destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di van herdu rojên dawî de bidest xist, Fermandariya Operasyonên Nînewayê îro Duşemê (22ê Gulanê) got.

"Hêzên me şeş cihên nû li Bab-Tûb, Bab-Beyd, Ras Sincar li Bajarê Kevin ê Mûsilê vegerandine û tevî hewldanên DAIŞê ku wan bi êrîşên xwekujî rawestîne ew berdewam dikin û pêşve diçin," Fermandarê Fermandariya Hêzên Bijarde Emîd Xelef Bedran ji Diyaruna re got.

Dora bîst çekdarên DAIŞê di şer de hatine kuştin, wî got, "di nav de Mihemed Micbil Cewarî, waliyê karûbarên îdarî li Nînewa û Reqayê, yê ku di êrîşa asmanî ya hevpeymaniya navdewletî li devera Zenceliyê de hate kuştin" li rojavayê Mûsilê.

Armanca hêzên hevbeş ew e ku bigihin meydana sereke ya Bajarê Kevin û çekdarên DAIŞê li wê derê dorpêç bikin, wî anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500