Nûçeyên Iraqê

Tengejiyê girtiye ser giftûgoyên di derbarê Sûriyê de

Alîyên şerê Sûriyê îro Înê (19 Gulanê) ketine roja dawî de ji giftûgoyên bi piştgirîya NY, nîşaneke piçûk ya bipêşveçûnê heye ku ew ber bi dawîya şer ve diçe û danûstanên ku tengejiyên mezin girtibû ser wan li ser erdê, AFP ragihand.

Gera giftûgoyan ya şeşem ya li Cinêvê hewldana dawî bû daku çareserîya siyasî ji şer re bîne, şerê ku bi mîlyonan bêwar kirin û bêtir ji 320,000 kesan ji sala 2011an ve kuştin.

Lebelê danûstanên tiral, ji ber gazinên Ameîkayê ku rêjîmê reftarin hovane di zindanekê de kiribûn, sivik bûbûn herwiha ji ber bombebarankirina kerwaneke alîgira hikûmetê ji alîyê balafirên şer ên hevpeymanîya navdewletî ve.

Hevpeymaniya navdewletî -- ku erkê wê şerkirina li hember DAIŞ e -- yekem car li hêzên hevbendên rêjîmê xist dema ku ew ber bi serbazgeheke hevpeymanîyê ya dûr ve ya li nêzîkî sînorê başûrî bi Urdinê re diçûn, berpirsyaran Pêncşemê got.

Êrîşa asmanî bi tundî ji aliyê rejîma Sûrî ve hat şermezarkirin, lê wan nikarî tu sedemekê ku ji ber wê hêzên rejîmê ber bi çeperên hevpeymaniya li dijî DAIŞ bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500