Nûçeyên Iraqê

70 rokêtên DAIŞ li bakûrê Bexdayê hatin dîtin

Hêzên Iraqî 70 rokêtan li bakûrê Bexdayê di operasyoneke ewlekarî ya berfireh de ku li ser bingeha agahiyên niştecihan hate pêkanîn dîtin, Wezareta Berevaniyê (19ê Gulanê) ragihand.

"Bi hevkariyekê ligel Ajansa Ewlekariya Niştimanî û Lîwayê 22ê de, Fermangeha Hewalgiriya Serbazî embareke çekan li Termiya, dikeve bakûrê Bexdayê, dîtin" li parêzgeha Selahedînê, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Zêdetirî 70 rokêtên navincî û rokêtên meda-kurt, ligel rokêtên li dijî zirxan û katyuşa yên rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di embarê de hebûn, daxuyaniyê ragihand.

Di operasyonê de dest hat danîn li ser teqemeniyên cor bi cor û cebilxaneyê jî, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500