Nûçeyên Iraqê

NY têdikoşe daku xwedî li awarebûna ji Mûsilê derbikeve, serketinên hêzên Iraqî jî didomin

Awarebûna sivîlan ji Mûsilê gehştiye asteke beriya niha nehatiye dîtin, û dihêle ku ajansên hewarçûnê têbikoşin heta bikarin erkên xwe bibin serî, hevdem ligel serketinên zêdetir yên hêzên hevbeş di şerê vegerandina bajar de.

"Hejmara xelkên ku ji malên xwe yên li rojavayê Mûsilê direvin yekcar mezin e," Lise Grande, kordînasyona mirovî ya NY li Iraqê roja Pêncşemê (18ê Gulanê) got.

"Em qala hejmareke gelek mezin ya malbatên ku hemu tişt li pey xwe dihêlin dikin," wê got. "Ew di rewşên gelek zehmet de direvin. Gelek ji wan bêxwarin in û bi heftîyan anjî mehan ji ava vexwarinê ya pak anjî derman bê par in."

Hevdem, hêzên Iraqî di rûbirûbûna çekdarên rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) de û di şerê kolanan de li beşê rojavayî yê bajar berdawm in.

Hêzên Iraqî deverine sînordar ji taxa Necar girtine û derbasî Bab Sincar bûn, peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl roja Pêncşemê ji Diyaruna re got.

"Wan xaçerêya Dibistana Xewla Bint el-Ezwar jî vegerandin," wî got.

"Sî û yek terorîst di pevçûnan de hatin kuştin, û hinekên din, ên ku tê texmînkirin ku segvanên ne-Iraqî jî di nav wan de hene, hatine dorpêçkirin," wî got.

"Em niha li ser jinavbirina wan anjî neçarkirina wan ku xwe radest bikin kar dikin," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500