Nûçeyên Iraqê

DAIŞ bêtir ji 50 kesan di êrîşa Hemayê de dikuje

"Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) bêtir ji 50 kesî di êrîşa li ser herdu gundên li jêr kontrola hikûmetê li parêzgeha Hemayê ya dikeve orta Sûriyê de îro Pêncşemê (18ê Gulanê) kuştin, AFP raport kir.

Êrîşa li ser gundên Eqarib û Mabûcayê herî kêm 15 kesên sivîl û 27 şervanên alîgirên hikûmetê kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Deh laşên din hîn nasnameya wan nehatiye naskirin eger ew şervanên hikûmetê ne yan niştecîyên xwecihî ne, wê got.

Herwiha 15 çekdarên DAIŞ jî di êrîşê de mirine, rewangehê got

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku herî kêm sê ji sivîlan di êrîşê de hatin kuştin, zilamek û herdu kurên xwe, ew hatibûne sêdarekirin.

Nediyar bû eger hineke din jî hatibûne sêdarekirin yan di şer de hatibûne kuştin.

Rewangehê got ku DAIŞ Eqarib û beşek ji Mabûcayê xiste jêr kontrola xwe.

"Tevî gihiştina hêzdarkeran, hêzên hikûmetê nikarîbûn êrîşê red bikin," Ebdul Rehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500