Nûçeyên Iraqê

Hevrêkên Sûrî plana NY bo destûreke nû dinirxînin

Şandên hevrêkên Sûrî roja Çarşemê (17ê Gulanê) pêşniyareke NY li ser nexşekirina rêyekê ji bo destûreke nû nirxandin di demekê de ku gereke nû ji danûstandinên aştiyê li Cenêvê derbasî roja duyem bû, AFP ragihand.

Gera şeşem a danûstandinên bi piştgiriya NY hewla dawî ye ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ji krîza ku bûye sedema mirina bêtirî 320,000 kesan.

Şanderê NY Stîfan Dî Mistûra roja Sêşemê du caran bi her yek ji şandeya hikûmeta Sûrî û Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyonê re civiya, ku civîn heta derengiya şevê dom kirin.

Endamên oposîsyonê gotin ku civînên wan giranî dan pirsabi hezarên girtiyên ku dîn di zindanên Sûriyê de ne ligel reşnivîskirina destûreke nû.

Dî Mistûra belgeyek da destê Desteya Bilind ku tîmeke ji çalakvanên civaka sivîl û teknokratên berpirs ji danîna nexşerêyekê pêşniyar dike weke gavekê ji bo reşnivîseke destûrê, du çavkaniyên opozîsyonê gotin.

Tîma "şêwirmend" dê yekser dest bi kar bike li ser "bijareyên taybet ji bo reşnivîskirina destûrê", li gorî kopiyekê ji pêşniyarê.

Dê armanca wê "rêgirtin li valahiya destûrî yan qanûnî be li her xalekê di dema gengeşekirina" proseya veguhestina siyasî de.

Lê Munzir Maxus ji Desteya Bilind got ku "gelek xalên jê nerazî" li ba kesayetiyên opozisyonê hene û ew hîn wan gotûbêj dikin.

"Dê roja Çarşemê xuya bike. Ev kaxez surprîzek bû -- ew di despêkê de nedihat çaverêkirin," Maxus got.

Berpirsên rejîma Sûrî bersiva pirsên derbarê şirovekirinê nedan, lê çavkaniyeke nêzîkî şanda wan wergirtina wê ji kopiyeke belgeyê re piştrast kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500