Nûçeyên Iraqê

2 çekdarên DAIŞ ji ber kuştina bi dehên kesan cezaya sêdarekirinê wergiritn

Dadgeha tawanan ya Babilê roja Çarşemê (17ê Gulanê) cezaya sêdarekirinê li du çekdarên rêxistina "Dewleta Islmaî" (DAIŞ) yên ku sala par xaleke pişkinînê teqandin ku tê de nêzî 100 iraqî hatin kuştin anjî birîndakirin birîn.

"Dadgehê guhdarî li doza derheqê dû tohmetbarên bi roldîtina di teqandina xala pişkinîna Enbarê de di sala borî de kir," dadgehê di daxuyaniyekê de got.

"Hate piştrastkirn ku ew herdu tohmetbar endamên DAIŞ in û di beşê ku jê re tê gotin "Wilayet el-Cenûb" de dixebitîn," daxuyaniyê ragihand.

Wan xwekuj bi lorîyeke bombebarkirî ji bo cihê êrîşê veguhest, daxuyaniyê got.

"Dadgehê li delîlên peydabûyî nihêrî û proseyên xwe temam kirin û cezaya sêdarekirinê li gorî madeya 4ê ya zagona dijî-terorîzmê derheqê herdu tohmetbaran birî," daxuyaniyê got, bal jî kişand ku "dibe ku biryar bê redkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500