Hêzên hevbeş taxên Iqtisadiyîn û 17 Temûzê rizgar kirin û ala Îraqî li ser avahîyên wan hildan, Fermandarîya Operesyonên hevbeş îro Çarşemê (17 Gulaê) got.
"Iqtisadiyîn û 17 Temûzê bi temamî hatin rizgarkirin û em derbasî taxa Necar bûn, devera ku şerên giran bi terorîstên "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) re lê li dar in," berdvkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
Komên serbazî dest pê kirine alîkarîyên mirovî ji niştecihên ku di malê xwe de hatibûne dorpêçkirin re peyda dikin, wî got, da zanîn jî ku DAIŞ rastî gelek xisaran tê di pevçûên ku ji berbanga Çarşemê ve berdewam dikin.