Nûçeyên Iraqê

Sûriyê "şewitîngehan" bikar tîne ji bo veşartina kuştinên bikom

Rejîma Sûrî şewitîngehek li zindaneke serbazî daniye ji bo jinavbirina bermahiyên laşên zindaniyên kuştî, Amerîka roja Duşemê (15ê Gulanê) got.

Wezareta Derve ya Amerîka hin wêneyên asmanî belav kirinyên ku wê got ku ew raportên derbarê komkujiyên li zindaneke Sûriyê piştrast dikin, AFP ragihand.

"Amerîka tekez dike, û gelek caran wisa gotiye, ku em nîgeran in ji ber kiryarên kirêt ên ku ji aliyê rejîma Sûrî ve tên bikaranîn," Stuart Jones, dîplomatkarê bilind ê Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn, got.

Wêneyeke ku nû hat belavkirin, wêneyeke satelayteke bazirganî ye ku vedigere Kanûna Duyem a 2015an, berfa heliyayî li ser banê avahiyeke girêdayîkomavahiya serbazî ya Sêdnaya li bakurê Şamê.

Ev, ligel wêneyeke berê ku sîstemên badariyê yên giran li ser avahiyê nîşan dide, xuya ye ku piştgiriya idiayên ji aliyê komên mafên mirov ve ku Sêdnaya navendeke îdamkirinê ye dikin.

"Ji sala 2013an ve, rejîma Sûrî avahiyeke di nav komavahiya Sêdnaya de kire tiştê ku em bawer dikin ku şewitîngeheke" ku hatiye avakirin "weke hewlekê ji bo nuximandina asta kuştinên bikom ku li Sêdanaya tên pêkanîn", Jones got.

Li Sêdnaya, Sûriye heta 70 zindaniyan dixe di hucreyên ku têra pênc kesan dikin, Jones got, anî ser ziman jî ku "li gorî gelek çavkaniyan, rejîm berpirs e ji kuştina heta 50 girtiyan di rojê de li Sêdnaya".

Wî texmîneke fermî derbarê hejmara temam a kuştiyan neda, lê qala raporteke Amnistî kir ku dibêje ku navbera 5,000 - 11,000 kesî di navbera 2011 û 2015an li zindanê hatine kuştin.

Rejîma Sûrî roja Sêşemê ev îdia red kirin û weke "bi temamî bêbingeh" wesif kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500