Nûçeyên Iraqê

Gereke nû ji giftûgoyên aştîyê yên Sûriyê li Cinêvê dest pê dike

Gereke nû ji giftûgoyên aştîyê yên Sûriyê îro Sêşemê (16ê Gulanê) li Cinêvê dest pê kir, AFP ragihand.

Serokê şanda rêjîma Sûrî Beşar Caferî civîneke seretayî bi nûnerê NY Stîfan Dî Mistûra re li NY îro Sêşemê li dar dixist.

Biryar bû ku Komîteya Bilind a Giftûgoyan ya koma sereke ya opozîsyona, biserkêşiya Nesir Herîrî û Mihemed Sebra, piştre bi nûnerê NY re bicivin.

Giftûgoyên NY giranîyê didine çar "selikên" cuda: hikûmet, destûrekî nû, helbijartin û şerkirina li hember "terorîzmê" li welatê ku şer ew hilweşandiye.

Tê pêşbinkirin ku şandên rêjîmê û Komîteya Bilind a Giftûgoyan heta dawîya hefteyê li bajarê Swîsrî bin, Dî Mistûra got ku wî xwest ku ji çend dozan vegere bi hêvîya peydabûna pêşniyarine konkrêt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500