Nûçeyên Iraqê

Hebvendiya Erebî-Kurdî li bajarê Reqa pêş dikeve

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêşketine û çar kîlometran ji bakûr û rojhilatê bajarê Reqayê dûr in, AFP roja Sêşemê (16ê Gulanê) ragihand.

Pêşketinan hevbendiya Erebî-Kurdî zêdetir ji hemû deman nêzîktirî asêgeha rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ya herî girîng kir.

Lê belê hîna jî şervan 40 kîlometran ji rojavayê Reqayê dûr in, û ew tu erdên rasterast li başûrê bajar, ku bi çemê Firtatê sînordabûyî ne, kontrol nakin.

QSD "roja Duşemê sê gundên ku çar kîlometran dikevin bakûrê Reqayê girtin", peyvdar Telal silo got, anî ser ziman jî ku hevbendî wê şevê du gundên din ên ku çar kîlometran dikevin rojhilatê bajar girtin.

"Em nêzîkî dorpêçkirina Reqayê ji rojhilat û bakûr ve dibin, lê belê divê ku em ji eniya rojavayî ve pêşbikevin beriya destpêkirina êrîşê (ya li ser bajar) di dema rast de," wî got.

Çekdarên DAIŞ hîna dikarin ji aliyê başûr ve ji bajar derkevin û derbasî bibin, û Friatê bi qeyikan derbas dikin, li gorî jêderên QSD.

Ji wir ew ber bi başûr ve diçin bajarokê Suxna yê di destê DAIŞ de li parêzgeha Humsê, ji wir ber bi rojhilat ve diçin, bo parêzgeha Dêrazorê, ku bi piranî li jêr kontrola rêxistinê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500