Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî çend êrîşên xwekujî li rojavayê Enbarê têk dibin

Hêzên ewlekariyê li Enbarê hewleke pênc xwekujan ku dixwestin roja Sêşemê (16ê Gualnê) teqemeniyên xwe li bajarê Hedîsa biteqînin pûç kirin, berpirsekî paye bilind ji Diyaruna re got.

"Pênc xwekujên Iraqî karîn şeva roja Duşemê bi dizî derbasî taxa Tîn li Hedîsa bibin, lê belê niştecihan hêzên ewlekariyê ji wan xeberdar kirin," fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Mehmûd Felahî got.

Hêzên ewlekariyê ew dorpêç kirin û zêdetirî saetekê rûbirûbûna wan kirin piştî ku wan xwe di avahiyekê de asê kir, Felahî got.

"Sê ji xwekujan hatin kuştin, lê belê du yên din xwe di nava avahiyê de teqandin bêyî ku tu wendahî çêbibin," wî anî ser ziman.

"Hêzdarkarên ewlekarî û serbazî ketin tevgerê de ji bo maliştina hejmareke deverên gumanlêkirî weke karekî pêşgirtinî li dijî xwekujine din ên dibe ku bi dizî derbasî biyabana rojayê Enbarê bûbane," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500