Nûçeyên Iraqê

Berpirsyar: "DAIŞ li ser keviya têkçûyînê ye" piştî jidestdayîna 90% ji rojavayê Mûsilê

Hêzên Îraqî nêzî 90% ji rojavayê Mûsilê ji jêr destê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) vegerand û tundrew li bajar "li ser keviya têkçûyînê ne", berdevkên serbazî îroj Sêşemê (16ê Gulanê) gotin.

Emîd Yehya Resûl, berdevkê Fermandarîya Operesyonên hevbeş a Îraqî, di koferenseke rojnamevanî de li Bexdayê got ku aniha DAIŞ tenê kontrola 10% ji rojavayê Mûsilê dike, AFP ragihand.

Eqîd Jon Doryan, berdevkê hevpeymanîya navdewletî, got ku dawîya hebûna cîhadîyan li bajar nêzîk bûye.

"Dijmin bi temamî hatiye dorpêçkirin," Doryan ji konferensa rojnamevanî re got. "Dijmin li Mûsilê li ser keviya têkçûyîna tam e."

Pêngava vegerandina Mûsilê bi kampanyaya êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê li nava bajêr û derdora wî tê piştgirîkirin.

"Bêtir ji 300 teqemenîyên pêşxistî yên ku li otombêlan hatibûne barkirin di êrîşên asmanî yê hevpeymanîyê de li Mûsilê hatibûne wêrankirin," Doryan got.

" Herwiha êrîşên me bêtir ji 200 tunelên DAIŞ hilweşandin û herwiha bêtir ji 1,000 çeperên wan ên şer," wî got.

Aniha rêxistin tenê kontrola hinek taxan li derdora Bajarê Kevin dike.

Nîv mîlyon kes aniha bêwar e weke encama şerê Mûsilê û tê texmînkirin ku 250,000 kesên sivîl hîn li nava bajar dorpêçkirî ne.

Hejmara van kesên ku direvin bilind dibe, roja Pêncşemê hate dîtin ku 20,000 kes ji rojavayê Mûsilê direvîyan, Encumena Nerwicî ya Penaberan got, roja ku tê de hejmara herî bilind a bêwariyê hatiye tomarkirin ji dema destpêkirina operesyonê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500