Nûçeyên Iraqê

Rêjîma Sûrî bingeha asmanî li Helebê ji jêr kontrola DAIŞê vedigerîne

Rejîma Sûrî bingeha asmanî ya li rojhilatê Helebê roja Şemîyê (13ê Gulanê) piştî pevçûnên dijwar ên ku du mehan berdewam kirin ji jêr kontrola "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) vegerand, AFP ragihand.

Bingeha asmanî ji sala 2014an ve li jêr kontrola DAIŞ bû, dema ku rêxistinê ew ji şervanên opozîsyonê stand, ên ku salekê berê balefirgeh xistibûne jêr kontrola xwe.

"Hêzên rejîmê, piştî şerekî dijwar, balafirgeha Jerah a serbazî xistin jêr kontrola xwe," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov Ramî Ebdul Rehman got.

Piranîya çekdarên rêxistinê reviyane, wî got, "û hêzên rêjîmê operasyonên paqijkirinê li balafirgehê bicihtînin û ew bi pevçûnên sînordar ên bi endamên DAIŞ yên mayî re mijûl in".

Rêjîma Sûrî dest bi êrîşekê li dijî DAIŞ li rojhilatê parêzgeha Helebê kir di nîvê Kanûna Yekem de. Heta niha wê bêtir ji 170 gund û bajarok li herêmê xistine jêr kontrola xwe, li gorî Rewangehê.

Jêderekî serbazî piştrast kir ku wan balafirgeha Jerah û hejmarek ji gundên derdorê xistin jêr destên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500