Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrî nêzî vegerandina tem ya Şamê dibe

Rejîma Sûrî nêzî xurtkirina kontrola xwe li tevahiya paytextê dibe, ew jî bi rêya rêkeftinên xwecihî ligel opozisyonê, AFP roja Duşemê (15ê Gulanê) ragihand.

Şervanên opozisyonê hinek taxên dawî yên di bin kontrola xwe de valakirin, û roja Yekşemê zêdetirî 2,000 sivîlî û şervanên opozisyonê taxa Qabûn valakirin, piştî derketinên din ên hevşêwe ji taxên Berzê û Tişrîn di destpêka hefteya borî de.

"Bi girtina van sê taxan, aniha rejîm heme bibêje ku kontrola hemu paytextê dike," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman ragihand.

Li rojhilatê Şamê, "niha opozisyon bi tenê beşekî ji taxa Cober girtiye destê xwe, û piraniya wê wêranbûyî ye", wî got.

Li başûr, taxên Tedamun û Hecer el-Eswed ligel kampa bêwaran a Yermûk niha bi piranî ji aliyê tundrewan ve, di nav de rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) jî, tên kontrolkirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500