Rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bang li zilamên Dêrazorê û gundewarên wê ji hemû temnan dike ku tevlî şerê Mûsil û Reqayê bibin, li gorî medyaya Erebî ya lokal.
Girûpê Pêncşemê (11ê Gulanê) bi makrofonên mizgeftên wê û kenalên medyayê dest bi bangkirina fermanan li her nêrekî ku "dikare şer bike" kir ku berê xwe bidin baregehên wê yên ewlekariyê.
Piştî jidestdayîna bajarê Tebqayê yê stratîjî û şkandinên li pey hev li Mûsilê, DAIŞ bi bêsûd dixwaze ku rêzên xwe xurtir bike bi rêya bangkirina li zilamên ciwan li yek ji asêgehên wê yên herên dawî.`
Aniha rêxistin xwedan hebûneke bihêz e li bajarokên rojhilatî yên Dêrazorê: Eşara, Ebû Kemal û Meyadîn.