Nûçeyên Iraqê

Sekreteriya Giştî ya NY: Şerê Sûriyê "serkeftin tê de negengaz e"

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres roja Çarşemê (10ê Gulanê) krîza Sûriyê weke "kirîza ku serkeftin tê de negengaz e" wesif kir, AFP ragihand.

"Dem hatiye ku em fêm bikin ku ev şereke ku tu kes tê de bisernakeve û ev şereke ku bûye metirsî li ser me hemûyan" bi rêya zêdekirina nearamiya herêmî û terorîzma cîhanî, wî di yekem gotara xwe de li Brîtanya ji dema ku postê xwe yê nû wergirtiye got.

"Dê bi tenê aştî li Sûriyê yan di krîzên din de yên ku em dibînin pêk were dema ku aliyên krîzê fêm bikin ku ew nikarin biserkevin," wî got, herwiha behsa krîzên li Yemen, Lîbya û Başûrê Sûdanê kir.

Derbarê pirsa nekarîna NY ku çareseriyên siyasî ji şeran re bibîne, Guteres li wê yekê mukir hat ku "felcek" di siyaseta navdewletî de heye.

"Îroj Encumena Ewlekariyê bi tenê dikare krîzekê bi temamî çareser bike dema ku welatên herêmê yekgirtî bin," wî got, rexne li bikaranîna vîtoyên ji bo astengkirina biryarên ku armanc dikin ku krîzan bidawî bikin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500