Nûçeyên Iraqê

Padaşta $10 milyon beramberî serokê Eniya Nusra

Amerîka $10 milyonan pêşkêş dike weke xelat beramberî agahiyên derbarê girtin an jî destnîşankirina cihê lîderê Eniya Nusra Ebû Mihemed Colanî de, AFP roja Çarşemê (10ê Gulanê) ragihand.

Xelata Wezareta Derve beramberî agahiyên li ser Colanî ya yekem e bo lîderê rêxistinê, ku niha navê xwe kiriye Eniya Fetih el-Şam û weke beşekê jihevpeymaniya Tehrîr el-Şam a nû ye.

Colanî weke "terorîstekî cîhanî yê daxwazkirî bi awayekî taybet" ji aliyê Wezareta Derve ve hat binavkirin û herwiha li ser lîsteya Encumena Ewlekariyê ya NY ye.

Di agahdariya xwe de, Wezareta Derve qal dike ku Colanî di Nîsana 2013an de loyalîtî ji Qaîda re ragihand piştî ku ji "Dewleta Îslamî" cuda bû û dîsa di Tîrmeha 2016an de di vîdyoyeke li ser înternetê de pesnê Qaîda da.

"Di bin serkêşiya Colanî de, Eniya Nusra gelek êrîşên terorîst li seranserê Sûriyê pêk anîn, ku piraniya caran sivîl dikirin armanc," Wezareta Derve got, qala hûrgiliyên gelek êrîşan kir.

Ji aliyekî din ve, Tehrîr el-Şam roja Sêşemê hişyarî da rêxistinên opozîsyona Sûrî li dijî bicihanîna lihevkirinekê derbarê zonên ewle, got ku ew dê weke xayin werin hesibandin.

Tehrîr el-Şam ev gef kir weke karvedanekê li ser lihevkirineke ku ji aliyê Tirkiyê, Îran û Rûsyayê ve li Kazaxistanê di hefteya borî de hat îmzekirin ku banga damezirandina çar "zonên kêmkirina şer" dike.

Li gorî rêkeftinê, aliyên şer dê kiryarên dijminkarî û êrîşên asmanî bo şeş mehan bisekinînin, lê rêkeftin armancgirtina rêxistinên tundrew weke DAIŞ û Eniya Nusra li xwe nagre.

Tehrîr el-Şam rêkeftin "weke xiyanet" binav kir û bang li aliyan kir ji bo rêgirtin li girûpan ku hewl bidin li erdê bin destê wê pêş bikevin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500