Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî nêzî Bajarê Kevinar dibin di nava tektîkên DAIŞ yên bêsûd de

Hêzên Iraqî êrîşî taxa Iqtisadiyîn li rojavayê Mûsilê roja Pêncşemê (11ê Gulanê) kirin piştî ku kontrola du deverên nû bi piştgiriya hevpeymaniyê birin, Fermandariya Operasyonên Nînewayê ragihand.

"Hêzên Iraqî gelek beş ji taxa Iqtisadiyîn vegerandin, û di proseyê de bi dehên malbatên Iraqî rizgar kirin û ew veguhestin cihên ewle," berdevkê fermandariyê eqîd Ebdulemîr Raşid Yarela ji Diyaruna re got.

Êrîşkirina li ser Iqtisadiyîn piştî vegerandina taxên 30 Temûz û Mişêrfa ji rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ), wî got.

Hevdem, amadekariyên endamên DAIŞ ji rawestgeheke dawîn re li Mûsilê ji bombrêjkirina malên ku sivîl li wan dimînin û girtina deriyan di rûyê malbtên birçî de daku rê li reva xelkê bigrin pêk tên, li gorî AFP.

"DAIŞ hat mala me û derî lehîm kir. Wan aveke kêm û cawekî sipî da me û gotin: 'Ev kefeneke ji we re ye'," niştecihekî taxa Zencilî ragihand.

Jin nameyeke dengî ji mirovekî xwe re yê li aliyê rojhilatî yê "rizgarbûyî" şand û got ku ew niha ligel mêr û çar zarokên xwe li mala xwe bê xwarin asê maye.

Efserekî bilind ji hêzên Bersivdayîna Bilez ya Wezareta Hundir got ku wan gelek malbatên asêmayî li malên bomberêjkirî dîtine ji dema destpêkirina operasyona li bakûrê rojavayê Mûsilê.

"Me heşt malên wiha dîtin, cihê ku tîmên me yên hilgirtina bombeyên karîn amûran ji nav bibin û malbatan derbixin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500