Nûçeyên Iraqê

Pêşbînî heye ku encumena ewlekariyê ya NY di derbarê zonên ewle yên li Sûriyê bicive

Japon û Swîd xwestine ku civineke Encumena Ewlekariyê ya NY were lidarxistin daku hûragahîyên taybet di derbarê peymana bi piştgirîya Rûsîyayê ya derbarê damezrandina zonên ewle li Sûriyê bi dest bixin, AFP roja Sêşemê (9ê Gulanê) ragihand.

Civîna ku dibe vê hefteyê were li darxistin, dê alîkarîyê bi endamên encumenê re bike daku biryar bidin gelo peymana ku ji alîyê Rûsya, Îran û Turkiyê ve hatiye îmzekirin dê were pejirandin yan na.

Peymana ku li paytexa Kazexistanê Astena di çarê meha Gulanê de hatiye îmzekirin bang dike ku çar "zonên ku dê şer di wan de kêm be" bên avakirin ji bo piştgirîkirina agirbestekê, qedexekirina firîna balefiran û destûrê bide ku alîkarîyên xêrkarî bigihin.

NY ev peyman wekî gaveke hêvîyê wesif kir di derbarê tekoşînên bidawîkirina şerê şeş-salî.

Rûsya projeya biryarekê ji encumenê re pêşkêş kiriye ku ew pîşwazîya peymanê dike û bang li hemû alîyan dike ku bi bandên wê bikin lê tu dengdan li ser vê rêkarê di rê de tune ye.

Balyozê Fransî Frankos Delatre got ku girîng bû ku encumen "hemû zelalbûna pêwîst wergire berî ku ew dest bi projeya biryarê bike".

Li gorî peymanê, dem bi Rûsya, Îran û Tirkiyê heye ku heta 4ê Hezîranê li ser sînorên rastîn ên her çar zonan li hev bikin, cihê ku divê şer di navbera opozisyon û hêzên rêjîmê de lê raweste.

Diplomatkaran got ku ew dixwazin nexşeyan bibînin ji bo ku bizelalî deverên ku peyman dê wan bide ber xwe binirxînin ji bo alîkarîyên hewarçûnê yên jiyandar bigihînin.

"Em dixwazin bêtir agahîyan bi dest bixin" balyozê Swêdî Olof Skog got.

Peyman ji alîyê rêjîma Sûrî û opozîsyonê ve nehatiye îmzekirin. Hûragahîyên ka çavdêrên navdewletî dê li wan deveran werin balavkirin ya na hîn nediyar in.

Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualim red kir ku tu rola NY di çavdêrîkirina zonên nîşankirî de hebe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500