Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya dijî DAIŞ li Danmarkê li hev dicive daku pêşketinê binirxîne

Endamên hevpeymanîya navnetewî yên sereke yên ku şerê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) dikin, roja Sêşemê (9ê Gulanê) li Kopinhaginê dicivin daku gavên kampanyayê yên piştre binirxînin her dema ku "xilafeta" rêxistinê hildiweşe, AFP ragihand.

Herciqas ku berpirsyar agadar dikin ku çalakîya serbazî li Îraq û Sûrîyê dê demekê berdewam bike, ew bigiştî di derbarê pêşketin û zû bipêşvebirina şer de geşbîn in.

Piştî çend mehan ji şerê hovane, şerê kolanan, niha piraniya asêgeha DAIŞ Mûsil li Îraqê ji jêr kontrola wê derketiye, di dema ku terorîst bi awayekî mezin li asêgeha xwe ya Sûrî Reqayê îzole bûne.

Serokê Pintagonê Jîm Matis û hevtayê wî yê Danmarkî Klaws Hijort Frederikson di nav wan birêveberên bilind de ne yên ji 15 dewletan di civîna roja Sêşemê de beşdar dibin.

"Em dê di pêşerojê de biramin, biryar bidin bê çi girîng e, eger tiştek hebe," Matis, berî ku bigihe Denmarkê, ji rojnamevanan re got.

Gelek dewletên hevpeymaniyê çavekî şiyar li herêmê dihêlin dema ku devera li jêr kontrola DAIŞê kêm dibe.

Bi hezaran çekdarên biyanî li Îraq û Sûrîyeyê dimînin, dewletên hevpeymaniyê jî -- bi taybet li Ewropayê -- xwe ji pêleke mumkin a şerekî dijwar re ligel tundrewên ku xwe amade dikin ku vegerin welatên xwe amade dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500