Nûçeyên Iraqê

Polîsên Almanî du terorîstên Sûrî girtin

Polîsên Almanî roja Sêşemê (9ê Gulanê) du tundrêyên Sûrî yên gumanlêkirî girtin, tê gotin yek ji wan endamekî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) e ku bi serjêkirina leşkerekî rejîmê tometbarkirî ye, li gorî AFP.

Ew endamê DAIŞ, tenê bi Ebdulmalik A. yê 30 salî tê naskirin, li Berlînê hat girtin, û hevalê wî yê 23 salî Mûsa H. A. li wîlayeta rojhilatî ya Saksonî-Anhalt hat girtin, dozgeran got.

Destpêkê herdu zilam di sala 2012an de tevlî Eniya Nusra bûn, û Ebdulmalik A. fermandariya çekdaran dikir.

Eniya Nusra, şaxekî Qaida ye, aniha jî navê xwe kiriye Eniya Fetih el-Şam.

Di nîvê sala 2013an de, Ebdulmalik A. pabenidya xwe ji bo DAIŞ li bajarê xwe yê rojhilatî Dêr Ezor veguhert, û tevlî operasyonên wê yên şer bû û pişt re bi birêvebirina Avbenda Tebqa, ku mezintirîn avbend e li Sûriyê, hat sipartin dema DAIŞ ew kontrol kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500