Hêzên Iraqî yên hevbeş hejmareke cih û ambarên çekên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li biyabana Rutba ya li rojavayê parêzgeha Enbarê armanc girtin û xesarên giran gihandin wan, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Duşemê (8ê Gulanê) ragihand.
"Arêş û polîsê Enbarê, bi piştevaiya êlan û piştgiriya asmanî ya hevpeyamniyê û hêza asmanî ya Iraqî operasyoneke maliştin û gerê li bakûrê rojavayê Rutba pêk anîn," lîwa Mehmûd Felahî di daxuyaniyekê de got.
"Çar malên bêhinvedanê ku 30 çadir û sê ambarên cebilxaneyan di wan de bûn wêran kirin," wî got, anî ser ziman jî ku dest hat xistin li ser çar wesayit, û çekên sivik, û ambarên petrolê hatin şewitandin û 12 gumanlêkirî hatin girtin.