Nûçeyên Iraqê

Plana herêmên ewle li Sûriyê bi geşbînên haydar tên pêşwazîkirin

Emîndarê Giştî yê NY Antonyo Gûteres got ku ew destekê dide rêkeftina roja Pêncşemê (4ê Gulanê) ku Turkiya, Rûsya û Îranê îmze kirin bo pêkanîna herêmên ewle li Sûriyê û sivikirina şer, AFP roja Înê ragihand.

Rûsya, Îran, Turkiyê rêkeftin îmza kirin bo pêkanîna çar herêmên ewle piştî danûstandinên li paytexta Kazaxî Estana bi xwesipartina li agirbesta Kanûna Yekem.

Rêkeftin agirbest, nehiştina hemû firînan, gehandina alîkariyên firyaguzarî yên bilez bo deverên diyarkirî û vegerana awareyan li xwe digire.

Gûteres "bixêrhatina sozên sekinandina bikaranîna hemû corên çekan kir, bi taybetî yên asmanî" û herwiha gehandina bilez ya alîkariyên pijîşkî û pêdviyên sereke jî, berdevk NY Stîvan Dujarîk di daxuyaniyekê de got.

NY dê piştgiriya hêminkirinê bike, wî got, lê belê zelal nekir dê rola wê çi be.

Şanderê NY Stîvan dî Mistûra, ku weke çavdêrekî li Astana amade bû, rêkeftin bi "gaveke girîng , hêvîdar û erênî ya li ser rêya rast" wesf kir.

Lê belê Amerîka pêşwazîkirineke haydar kir, û ji rola Îranê wek welatekî garantûr nîgeran bû, heta ku hêviyên ku dibe rêkeftin alîkarî ji bo sazanê bike derbirîn.

Girûpeke kar dê di du hefteyên bên de bê danîn daku meseleyên teknîkî çare bike û hersê welat rêkeftin ku beriya 4ê Hezîranê wan çar deveran pêk bînin.

Herêma yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê li xwe digre, ligel beşinan ji parêzgehên Laziqiyê, Helebê, û Hemayê yên ku nêz Îdlibê ne.

Ya duyemê hinek beşên diyarkirî li bakûrê parêzgeha Humsê û ya sêyem ji hinek beşên Xûta Rojhilatî, li derveyê Şamê, pêk tê.

Zona çarê beşnan ji parêzgehên Deraa û Qunêtra li başûrê Sûriyê li xwe digre, li gorî bîrnameyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500