Nûçeyên Iraqê

Di pevçûnên navbera opozîsyoneran de li nêzî Şamê 169 kes hatin kuştin

Di Hefteyeke ji pevçûnên navbera opozîsyonerên Sûrî de, komên tundrew jî tê de cih girtin, dora 169 kesî li Xûtaya Rojhilatî li Şamê hatin kuştin berî ku aramî îro Înê (5ê Gulanê) vegere, AFP ragihand.

Pevçûn di 28ê Nisanê de di navbera Cêş el-Îslam û Enîya Nusra de, aniha navê xwe dike Enîya Feth el-Şam, derketin. Feth el-Şam milbimilê hevbendê xwe Feyleq el-Rehman şer dikir.

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov got ku herêm roja Înê aram bû lê belê wê ragihand ku "rewşeke hişyarbûnê ya berdewam ji hêla herdu alîyan ve li deverên li jêr kontrola wan hebû".

Rewangehê got ku156 şervan di pevçûnan de hatine kuştin, 67 ji Cêş el-Îslam bûn û yên mayî ji Eniya Nusra û hêzên hevbend bûn.

Herwiha pevçûnê 13 sivîl kuştin, du ji wan zarok bûn, û bi dehan jî birîndar kirin, wî got.

Di dawîya pevçûnê de Cêyş el-Îslam bi ser ket, û di daxuyanîyekê de got ku wê operesyona xwe li dijî Eniya Nusra bidawî kir piştî ku wê "piranîya armancên xwe" cîbecî kirin.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku Eniya nusra ji ber şer hatibû qelskirin û xwe bi giranî sparte Feyleq el-Rehman daku di pevçûnan de piştgirîya wê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500