Polîsê Îraqî li parêzgeha Kerkûkê şeş endamên şaneke terorîst ya "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) di du operesyonên cuda de rojên Sêşemê û Înê (5ê Glanê) girtin, berdevkekî polîs ji Diyaruna re got.
"Hêzên hevbeş ên Pêşmerge-polîs dest bi du êrîşên li ser başûr-rojavayê Kerkûkê kirin û di operesyonê de endamên şaneke DAIŞ girtin û çek, bombe û êlekekî teqemenî bidest xistin," berdevkê polîsê Kerkûkê eqîd Selam Caf got.
Girtin li ser bingeha agahîyên istixbaratî û bi îtîrafên terorîstekî biguman ku di bin lêpirsînê de ye hatine kirin, wî got.