Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêşketinên mezin di rizgarkina Mûsilê de pêk tînin

Hêzên hevbeş ên Iraqî pêşketinên gelek mezin di şerê rojavayê Mûsilê de pêk anîn, rojek piştî ku wan eniyeke şer î nû li bakûrê bajar bi armanca dorpêçkirina Bajarê Kevnar vekirin, fermandariya Hêzên Hevbeş roja Înê (5ê Gulanê) ragihand.

Hêzên Iraqî taxên Mişêrfa 2 û Mişêrfa 3 û beşnan ji Kenîsa rizgar kirin û projekta avê, saziyên elektrîk û gazê û Avahiya Weberanîna Dîclayê di 24 saetên borîn de vegerandin, berdevkê fermandariyê lîwa Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên hevbeş 13 kîlometr vergerandin û xesarên giran rastî rêxistina 'Dewleta Islamî' (DAIŞ) anîn," wî got.

"Şer ji bo vegerandina Mişêrfa 1, asêgeheke girîng a DAIŞ, roja Înê berdewam bû, hevdem givaşê li ser molgehên DAIŞ li gundewarên taxa Kenîsa dikin," wî anî ziman.

"Operasyonek ji bo qewitandina girûpê ji çendîn eniyan li dar e daku dorpêçkirin temam be û endamên wê bêçare bike xwe radest bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500