Nûçeyên Iraqê

Tirkiyê, Îran û Rûsya li dor herêmên ewle li Sûriyê gihiştin rêkeftinekê

Piştevanên rejîma Sûrî Rûsîya û Îran û piştevana opozîsyonê Turkiyê îro pêncşemê (4ê Gulanê) peymanek îmze kirin daku herêmên ewle li Sûrîyê ava bikin bi armanca rewsetandina şer li wî welatî, AFP ragihand.

Lê belê, gelek endamên şandeya opozîsyonê ji odeya derketin û diqêrîn dema ku îmzekirin li ser giftûgoyan li paytexta Kazexistanê Astanyê hate pêk anîn, ji ber ew ji hevalbendê rejîm Îranê bihêrs bûn.

Hikûmeta Sûrî û şadeyên opozîsyonê li ser peymanê imze nekirin, peymana ku ji alîyê hersê piştgirîyên giftûgoyan ve hatibû îmzekirin.

Wezareta derve ya Turkiyê got ku herêm dê tevahiya parêzgeha Idlibê, beşin ji Laziqîyê, Helebê, Hema û parêzgeha Himsê li xwe bigre, herwiha taxa Xûtayê li Dîmeşqê.

Herwiha dê beşin ji parêzgeha Daraa û Qinêtrayê dê di nav herêmê de bin, wezaretê got.

Herêmên ku hatine binavkirin dê şeş mehan bimînin, dibe jî ku ev heyam were dirêjkirin. Herwiha di peymanê de hatiye ku divê şer li herêman were rawestandin.

Wezareta derve ya Turkiyê got ku pîvanên herêman dê di demeke nêz de ji alîyê komeke xebatê ve ku ji hersê piştgirîyên giftûgoyan pêk tê werin detnîşankirin.

"Em bi razîmendî pêşwaziyê li vê muzekeryê dikin, ku qala rewstandina bikaranîna tevahiya kotîgorên çekan dike, di nav de çekên hewayî, û herwiha herikîna bilez û bênavber a alîkariyên hewarçûnê ber bi wan zonan ve," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Armanc ji herêman ew e ku "dawîyekê ji tundîyê re deynin" û "mercan ji ewlehîyê re peyda bikin, vegerandineke xewrû ya penaberan misoger bikin" herwiha belavkirina tavil a madeyên hewarçûnê û alîkarîyên nûjdarî, belgeyê got.

Lê belê mijarên ku dibêjin kîjan dewlet dê ewlehîyê li herêmê biparêzin hîn nediyar in.

Opozîsyona Sûrî pêncşemê zû got ku wan beşdarbûna xwe di giftûgoyan de berdewam kir piştî ku wan tevlîbûna xwe rojekê berê ji ber êrêşên asmanî li dijî sivîlan rawestandibû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500