Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî rê li ber êrîşeke DAIŞ ji rojavayê Enbarê girtin

Hêzên Iraqî êrîşeke berfireh a rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ku aramanca bingehên serbazî li Kîlo 160 li devera rojavayî li Enbarê dikirin vala derxistin, fermandarekî serbazî yê pilebilind roja Pêncşemê (4ê Gulanê) ragihand.

"DAIŞ êrîşeke berfireh bi rêya bikaranîna wesayîtên tejî teqemenî ku ji aliyê xwekujan dihatin ajotin li ser baragehên sereke yên Fewcê 1ê yê Firqeya 10ê, ya artêşa Iraqî pêk anî," fermandarê operasyonên Enbarê lîwa Mahmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Êrîş hat vegerandin û sê wesayîtên tejî teqemenî hatin rûxandin bi rêya bikaranîna rokêtên ku li gorî germahiyê li pey hedefên xwe diçin, wî got.

"Yazded çekdar hatin kuştin, û çekdarên din reviyan nav biyabana berfireh a li ser sînorê Sûriyê," wî got.

"Hêzên Iraqî niha li wan digerin," wî got, anî ser ziman jî ku wan dest danî ser tankereke petrolê ku nêzî 40,000 litir petrol tê de bû û herwiha embareke çekên DAIŞ kontrol kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500