Nûçeyên Iraqê

Giftûgoyên aştîyê yên Sûriyî rastî astengîyan tên

Komên opozîsyona Sûrî îro Çarşemê (4ê Gulanê) gotin ku wan beşdariya di gera herî dawî ya giftîgoyên aşîyê de ya ku dê li paytexta Kazexistanê Astenayê bê lidarxistin rawestand, AFP ragihand.

Rêjîma Sûrî û şandên opozîsyonê li Astanayê li hev dicivin daku gera çarem ji giftûgoyan dest pê bikin, gotûbêjên bi siponseriya dewletên ku piştevaniya rêjîmê dikin, Rûsya û Îran, û opozisyona ku Turkiyê piştevaniya wê dike, hewl didin ku şerê şeş salan berdewam kiriye bidawî bikin, lê belê şandeyên opozîsyonê bi lez gotin ku ew bi awayekî demikî vekişîyan.

Jêderekî ji opozîsyonê li Astanayê ji AFP re got ku şandeyê civîn ji ber "êrîşên asmanî yên dijwar li ser sivîlan" rawestand.

Giftûgoyan bi zincîreke ji civînên dualî dest pê kir û pêşbînî hebû ku giranêyê bidine plana Rûsî ya ji bo damezrandina "deverên bê şer" li seranserê welat.

Giftûgoyên Astanayê têne lidarxistin hevdem ligel tekoşînên aştîyê yên berferehtir bi piştevaniya NY li Swîsrayê, tekoşînên ku heta niha biser neketine ku wan derzên sereke yên di navbera herdu alîyên şer de dagirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500