Nûçeyên Iraqê

2 kesên ku guman têkirin ku DAIŞ in li Bexdayê hatin girtin

Artêşa Iraqî du çekdarên rêxistina "Dewleta Islamî" di operasyoneke ewlekariyê de li rojavayê Bexdayê roja Çarşemê (3ê Gulanê) girtin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

"Hêzên Firqeya 6ê operasyoneke ger û êrîşê pêk anîn û du terorîstên DAIŞ ên daxwazkirî girtin -- Wahîd Saedî û Xemîs Feyad -- yên ku beşdarî çend operasyonên terorîstî bûbûn," peyvdarê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Operasyon li Şiha li rojavayê Bexdayê birêve çû, piştî ku sivîlan hişyarî ji dîtina herdu çekdaran li deverê da desthilatan," wî got, bal jî kişand ku dest li ser çekên ligel wan hate danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500