Nûçeyên Iraqê

Iraq toreke şûştina pereyan digire

Operasyoneke ewlekariya hevbeş li Iraqê bû sedema girtina endamên toreke şûştina pereyan ku di navbera Bexdayê û Beyrûtê de kar dike, Ofîsa Navednî ya Vekolînên Dadwerî li Bexdayê roja Sêşemê (2ê Gulanê) got.

"Li ser bingeha agahiyên ku ji aliyê Ajansa Istixbaratê ve hatin dayîn li ser kesayetiyên ku ji bo mafiyayeke metirsîdar kar dikin, bi taybetî di sextekirin û şûştina pereyan de li Bexdayê kar dikin, me operasyoneke ewlekariyê pêk anî ku bû sedema giritina hejmareke endamên torê," ofîsê di daxuyaniyekê de got.

"Me endamên torê nas kirin, di nav wan de jinek û keça wê jî ku li Balafirgeha Bexdayê hatin girtin dema ku ew ji Beyrûtê tev100 melyon dînarên Iraqî [$85,500] vedigeriyan," daxuyaniyê got.

Gunehbar mukur hat ku wan ew pere di navbera Beyrût û Bexdayê dişandin û werdigirtin, yan bi rêya asmanî anjî bi rêya bejayî di Sûriyê re.

"Mukurhatinên 25 dozlêkiriyan hatin piştrastkirin, û dozên wan bo dadgehê hatin şandin daku ew sizayeke dadmendî wergirin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500