Nûçeyên Iraqê

NY: Komîteyeke nû derbarê tawanên şerê Sûrîyê nêzîk dest bi kar dike

Desteyeke nû ya NY ya ku armanca wan kesên gunehkar ji ber stemkarî li Sûrîyê kirine bide naskirin dê di demeke nêz de dest pê bike, weke gaveke sereke ye ber bi muhasebekirina kesên gumanbar ve, îro Duşemê (1ê Gulanê) serokê mafê mirovan ê NY got.

Zêd Raid el-Husên ji peyamhinêran re li Cinêvê got, dadgerekî navdar yan parêzerekî navdewletî ku seroktîya komîteyê bike dê were binavkirin "di demeke nêz de", piştî sermaye ji vî peywirî û cîgirekî re were misogerkirin, AFP ragihand.

Budceyeke seretayî ji dora 13 $ mîlyon wekî nîvê sermayeyê hatiye diyarkirin lê geşbînî heye ku piştre hemû mêjer cîbecî bibe "gelek dewletan" dest pê kir beşdar dibin, serokê mafê mirovan ê NY got.

Komîteya ji alîyê Civata Giştî ya NY ve di Kanûna Yekem de hatiye pejirandin, ew komîte ji alîyê hikûmeta Serok Beşar Esed ve wekî destwerdaneke di karûbarên welat de ya ku nayê qebûlkirin hatiye şermezarkirin.

Komîteya nû, ya li Cinêvê, dê bi wan delîlên ku berê ji alîyê licneyeke lêpirsînê ya li ser Sûrîyê ya bi piştgirîya NY, hatine berhevkirin herwiha ifade û belgeyên ku ji alîyê komên civaka sivîl ve jî hatine berhevkirin dê bikar bîne.

Ew dê bike armanc ku dûrtir ji şermezarkirina tawanên şer ên ku li Sûrîyê qewimîne here, li şûna wê ew dê navên kesên taybet ên di derbarê var tawanan de berpirsyar in, bi awayekî nimûneyî, dozên wan li pêşîya dadgehan diyar bike, dadgehên dibe ku ew rewşa wan bişopîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500