Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî bi dehên çekdarên DAIŞ li rojavayê Iraqê dikujin

Bi dehên çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Yekşemê (30ê Nîsanê) di êrîşên asmanî yên ku hêza asamanî ya Iraqî pêk anîn hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê ragihand.

"Hêza Asmanî ya Iraqî roja Yekşemê hejmarek ji êrîşan pêk anîn û çend molgehên DAIŞ li Qaim, Husêbiya, Obêdî, Kerabla û Meşarî li rojavayê Enbarê kirin armanc," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çil û çar çekdarên DAIŞ, çekdarên bilind jî di nav de, hatin kuştin, û hejmareke molgeh, penageh, du kargehên bombeyan, û embareke çek û cebilxaneyên DAIŞ di lêdanên dîrekt de hatin wêrankirin," daxuyaniyê anî ziman jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500