Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 3 çeperên DAIŞê li Bajarê Kevin ê Mûsilê yê dixin jêr destên xwe

Hêzên Îraqî ji nû ve sê çeperên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) li orta Bajarê Kevin ê Mûsilê li alîyê rojavayî vedigerînin jêr kontrola xwe, Fermandarê Operesyonên hevbeş îro Duşemê (1ê Gulanê) got.

"Hêzên taybet sê çeperên DAIŞê li derdora Mizgefta el-Nûrî û minareya el-Hedba di operesyonekê de ji nû ve vegerandine jêr destên xwe, operesyona ku 18 terorîst jî tê de hatibûne kuştin," berdevkê fermandarîyê emîd Yarela Resûl ji Diyaruna re got.

"Balefirên şer yên hevevpeymanîya navdewletî li çeperine DAIŞê yên din xistin û xesaretin bêtir gihandin komê," Resûl got.

"Em hedî hêdî bipêşve diçin, lê alîyê rojavayî ji Mûsilê hema hema li jêr kontrola me ye," wî got, anî ser ziman, "Em hewl didin ku em rêyê li ber terorîstên DAIŞê bigirin ku derbas bibin û ew kesên ku di malên xwe de hatine dorpêçkirin bi awayekî aram derbixin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500