Nûçeyên Iraqê

Serokê Rêxistina Nehiştina Çekên Kîmawî: Tê gotin ku çekên kîmawî 45 caran li Sûrîyeyê hatine bikaranîn

Pisporên ajansa navdewletî ya ku jinavbirina çekên kîmawî raspartî wan bûye, lêkolan di raportên ku dibêjin çekên jehrîn 45 caran li Sûrîyê ji dawîya sala borî de hatine bikaranîn dikin, serokê rêxistinê roja Înê (28ê Nîsanê) got.

Birêveberê giştî Ehmet Uzumcu got ku "lîteyeke mezin ji angaştinan" li ser bikaranîna çekên jehrîn gihiştiye ber destê navenda operesyonên Rekxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, AFP ragihand.

Di nîvê duyem de ji sala 2016an, 30 buyerin cuda û ji destpêka vê salê de, 15 buyerên veqetandî, wate bi hejmara giştî 45 e," wî got.

Di nav de êrîşa gaza sarîn ya 4ê Nîsanê ya li ser bajarokê Xan Şêxûnê ya hate ragihandin ku 88 kes tê de hatine kuştin, 31 ji wan zarok in.

"Ev hemû angaştin ji alîyê pisporên me ve têne qeydkirin, ên ku her roj vê mijarê ji navenda me ya operesyonan dişopînin," Uzumcu got.

Uzumcu hewiha tekez kir ku OPCW bawer dike ku tunderewên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) "xerdela kifrîtê" nêzîkî Mûsila Îraqî hefteya borî bikar anîye.

Artêşa Îraqî got ku hin karmendên ewlekarîyê di êrîşa 15ê Nîsanê de birîndar bûbûn di berdewamiya xebatên vegerandina Mûsilê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500