Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî çeperên DAIŞ yên girîng wêran dikin li Mûsilê

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî di 24 saetên borîn de 11 avêjerên hawinên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê-rojavayê Mûsilê wêran kirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî roja Înê (27ê Nîsanê) ragihand.

"Êrîşên asmanî, ku tê de hejmareke terorîstên DAIŞ hatin kuştin, li ser bingeha hevahengiya di navbera hêzên iraqî û hevpeymaniya navdewletî pêk hatin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Êrîşê herwiha sê çeperên girnîng yên DAIŞ wêran kirin, wî got.

Hevdem, pevçûnên bedewam li ser zemînê "baş bi rê ve diçin", Resûl got, bal jî kişand ku îro pêşketin li taxa Siha û Bajarê Kevnar pêk hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500