Polîsek birîndar bû dema ku xwekujekî xwe teqand piştî ku ew hat girtin li xaleke pişkinînê li parêzgeha Diyala, berdevkê Wezareta Hundir ya Iraqî emîd Saed Maen roja Pêncşemê (27 Nîsanê) ragihand.
"Serbazan li rêbendekê li Diayala sibeha roja Pêncşemê dîtin terorîstekî maskdar hewil dide bi wesayita xwe derbasî devera Xalibiya bibe," Maen ji Diyaruna re got.
Otombîl hat sekinandin, û dema ku serbaz terorîst nas kirin û hewil dan wî bigrin, wî xwe teqand, wî got.
"Polîsek bi sivkahî di teqînê de birîndar bû," wî got.