Hêzên Iraqî rojek piştî destpêkirina operasyoneke serbazî ya nû li Selahedîn çend dever û gund li parêzgehê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Wezareta Berevaniyê roja Pêncşemê (27ê Nîsanê) di daxuyaniyekê de got.
"Şeş gund li Mutêbica, ku deverne çandinê yên berfireh in, zeviyên xwedîkirina mirîşkan û avahiyên hukmetê di pevçûnan de hatin rizgarkirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Hêzên Iraqî 78 çekdarên DAIŞ kuştin, dest danîn li ser qeyikeke bi çekan barkirî, kargeheke bombeyan û toreke tunêlan û êlekên teqîner wêran kirin, daxuyaniyê got.