Nûçeyên Iraqê

Kemyagerên Sûrî ji ber êrîşa bi sarînê li ser lîsteya rêş hatin qeydkirin

Roja Duşemê (24ê Nîsanê), Amrîkayê 271 kemyagerên Sûrî û hin berpirsyarên din danîne ser lîsteya xwe ya reş ya dravî ji ber rola wan ya gumanbar di êrîşa bi çekên kîmawî ya kujêner de li ser devereke li jêr destên opozîsyonê serê meha Nîsanê, AFP ragihand.

Di daxuyanîyeke cezayan de ya herî mezin heta roja îro, Wezareta Xezîna Amerîkî Navenda Lêkolîn û Xwendinên Zanistî yên Sûrî (SSRC) kiriye armanc, navenda hatiye gotin ku ew ji pêşxistina çekê gaza sarîn berpirsyar e, gaza guman heye ku di 4ê Nîsanê de hatiye bikaranîn.

Êrîşê, 87 kes li bajarokê Xan Şêxûnê kuştin, di nav de gelek zarok hebûn.

Ceza dê hemû sermaryên her 271 kesên ku li ser lîsteyê ne li Amerîkayê bicemidîne, û ew dê qedexe bike ku tu kesekî Amerîkî bi wan kesan re têkiliyê bike yan tu biznisî bi wan re bike.

Navend, ji ber rola wê ya gumanbar di pêşxistina çekên komkujî de, di salên 2005an û 2007an de, bûbû mijara du daxuyanîyên cezayî.

Di daxuyanîya roja Duşemê de, xezîneyê SSRC tawanbar kir ji ber ew li pişt xebatên rêjîma Sûrîyê ye ji bo pêşxistina çekên kîmawî û amûrên gihandina wan.

Ew her 271 kesên hatine binavkirin yan pisporên zanistî ne di bernameyê de yan jî destên wan tê de heye ji sala 2012an ve, daxuyanîyê got.

Di heman demê de, wezareta Rûsî ya berevanîyê di daxuyanîya Duşemê de got ku artêşa Sûrî amade ye ku şer li derdora Xan Şêxûnê rawestîne, eger pispor werin şandin ji bo lêkolînekê çêbikin.

Şamê ragihand ku eger pişkinyar hatine şandin ew amade ye biryarê bide ku çalakîyên hêzên xwe, balefir û topavêjên xwe bi awayekî tam rawestîne, wezaretê got, wê lê zêde kir ku ew dê destûrê bide ku ew bigihine bingeha asmanî ya Şayrat.

Rêjîma Sûrî tu daxuyanî di derbarê vê mijarê de nedaye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500