Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya kurdî-erebî dikeve bajarê Tebqayê yê li jêr destê DAIŞ

Hêzên Sûriya demokrat (QSD) îro Duşemê (24ê Nîsanê) derbasî asêgeha DAIŞ bûn li Tebqayê li bakurê Sûriyê, êrîşî devera li başûrê bajarok dikin, AFP ragihand.

"Piştî ku Tebqa ji hemû alîyan ve hatibû dorpêçkirin ev cara yekemîn e ku (QSD) derbasî wê dibe," Rewangeha Sûrî bo Mafê mirov got.

"Wan gelek xal li başûrê bajarok xistin bin kontrola xwe de û ber bi tixûbên wî yên rojavayî ve bi pêş ve diçûn," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Di daxuyanîyeke de li ser înternetê, hevbendiya opozîsyona kurdî-erebî got ku wê çeperên li jêr destên DAIŞ li rojavayê Tebqayê xistine destên xwe de, di nav de xarçerêyek û beşek ji taxeke başûrî.

"Niha operesyonên paqijkirinê li çeperên rizgarkirî didomin," QSD got.

Tebaqa û bendava sereke ya bi heman navî di êrîşeke berfirehtir de ber bi Reqayê ve, weke xelatên sereke têne raçavkirin, hema bêje 55 kîlometran ji alîyê rojhilat ve.

QSD pêngava şerê xwe li Reqayê ji Mijdarê ve dest pê kiriye û ji wî çaxî ve destên xwe daniye ser gelek deverên derdora parêzgehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500