Nûçeyên Iraqê

Operesyoneke serbazî li çola Enbarê dest pê dike

Hêzên Îraqî 35 endamên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) di operesyoneke serbazî de kuştin, operesyona ku Şemîyê (23ê Nîsanê) dest pê kir ji bo çola Enabarê paqij bike, li komên DAIŞê ên piçûk digeriyan, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îroj Duşemê got.

"Weke beşekî ji operesyona lêgerînê li çola Enbarê ya rojavayî, operesyona ku Duşemê li Mexzen Hedîsa, Newala Horan û başûr-rojavayê Kubaysayê dest pê kir, hêzên me 35 terorîst di hevkarîyeke bi hevpeymanîya navdewletî re kuştine," wezaretê di daxuyanîyekî de got.

"Herwiha veşargehên DAIŞ ên çekan, navendên wan, otombîlên bi teqemenîyan barkirî û avêjerên roketan yên herêmî di operesyonê de hatibûne ruxandin," daxuyanîyê got.

Di heman demê de, nêzîkî sînor ji alîyê Urdinê ve, kemîneke ji alîyê DAIŞê ve 10 endamên hêzên ewlekariyê roja Duşemê kuştin, AFP ragihand.

Fermadarekî xwecihî got êrîşvan xwe kiribûn tîpên serbazan de û sûd ji bahozeke qûmê girtin ji bo ku kemînekê ji kerwanekê re li nêzî bajarokê Rutbayê, pêgeha serbazî ya dûr li ser rêya Urdinê, çêbikin.

"Endamên çekdar ên DAIŞ bi tifingên êrîşkar û avêjerên roketan êrîşî kesên sivîl û otombîlên serbazî yên ku leşkeran hildigrin kirin linêzî Rutbayê," muqedemekî di artêşê de got. .

"Herî kêm, wan 10 kes kuştin û 20 birîndar kirin," wî got. Berpirsyarine din êrîş û hejmara kuştiyan tekez kirin.

Li gor parêzgarê Rutbayê, Imad Dilêmî, kemîn dora saet 6ê êvarî hatibû vedan, li cihekî li rojhilaê Rutbayê li ser rêya sereke ku diçe paytexa herêmî Remadî.

Wî da zanîn jî ku sê endamên din jî ji hêzên ewlehîyê çarenivîşa wan nediyar e û tirs heye ku ew hatibin revandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500