Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî xwekujekî ku cilê efserekî polîs li xwe kiribû kuştin

Hêzên Iraqî xwekujekî ku ciline weke cilên efserekî polîs li xwe kiribû û pilan dikir hecaciyan li taxa Kazimiya li Bexdayê bike hedef kuştin, Fermandariya Operasyonên Bexdayê roja Înê (21 Nîsanê got).

"Tîmeke taybet ji Yekîneya Îstixbaratên Firqeya Yekem û Yekîneya Îstixbaratên Lîwayê Yekem kemînek pêk anî û xwekujekî ku cilên polîsê fedral li xwe kiribû kuştin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Êrîşkar motorekî bombekirî li Rêya Şaxa 9 diajot û berê wî li rêbenda el-Lac, ya ku dike başûrê Bexdayê bû, daxuyaniyê got.

Agahiyên îstixbaratî destnîşan kirin ku "terorîstên li ya ku jê re tê gotin Wîlayet el-Canûb pilan dikirin ku serdankarên Kazimiya bikin armanc bi rêya bikaranîna motor û otombîlên bombekirî", daxuyaniyê got.

"Tîmeke endazyarî hat bangkirin û motorê mişt nîtrat, xerdel û teqemeniyên din bêbandor kir," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500