Nûçeyên Iraqê

Derkirîyên Sûrîyê dîsan didin ser rê piştî derengmayîna 48 saetan

Bi sedan derkirîyên Sûrî îro Înê (21ê Nîsanê) dîse dane ser rê piştî ku ew 48 saetan di xaleke raguhastinê asê mabûn devera ku bombebarankirinê bi dehan havalên wan ên bajarokê wan hatin kuştin.

Di danê nîvro roja Înê, piranîya her 45 basan ên ku radihiştin kesên sivîl û şervanan ji bajarokên ku ji alîyê rêjîme ve dorpêçkirî ne, bajarokên Fuaa û Kefreya ji devera pasvanîyê Raşidîn ya li jêr destê opozîsyonê çûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Bi dehan şervanên opozîsyonê yên çekdar pasvanîya basan li Raşidînê dikirin.

Her 11 basên ku kesên sivîl û şervanan ji Zebedanî û du deverên din ên li jêr destên opozîsyonê li derdora Şam der dixin, wan jî da ser rê, li gor Rewangehê.

Bas ji Fuaa û Kefreya derbasî Helebê bûn, birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Bas ji Zebedan û deverên derdora wê berê xwe dane parêzgeha Idlibê ya li jêr destên opozîsyonê.

Her 3,000 kesên derkirî ji malên xwe yên li Fuaa û Kefreya di berbanga Çarşemê de derketin weke beşekî ji peymanê ya ku herweha niştecî û şervan li gor wê ji devrên li jêr destên opozîsyonê yên ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve dorpêçkirî ne hatin derxistin.

Lê ew kesên derkirî zor li wan hatibû kirin ku du şevan di basên xwe de li devera pasvankirinê biborînin piştî gengeşeya deqeya dawî ya li ser berdana girtiyên ku ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin.

"Piştî ku hemû basan da ser rê, 750 girtî dê werin berdan, Bi hêviya Xwedê, ev doz dê were çareserkirin," Ebû Ubeyda, berpirsyarekî opozîsyonê yê ku serpereştîya operesyonê dike, ji AFP re li Raşidînê got.

Valakirinê hefteya borî dest pê kir piştî ku otombîleke xwekujî 150 kes kuştin, 72 ji wan zarok bûn, li xala raguhastinê li Raşidînê.

Hejmara kesên di bombebarankirinê de miribûn berê 126 kes hatibû dan, lê Rewangehê îro Înê hejmareke nû da xuyakirin, digot ku bi dehan kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn ji ber birînên xwe mirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500