Nûçeyên Iraqê

Berevaniyên DAIŞ yên di şerê Mûsilê de têne şikandin

Hêzên Iraqî yên hevbeş piraniya taxên Tob û Bab Bêd li rojavayê Mûsilê birin, dema ku berevaniyên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi berdewamî têne şikandin li deverên ku hîna di bin kontrola girûpê de ne, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî roja Înê (21ê Nîsanê) ragihand.

"Şer ligel şikandinên gelek mezin di nava rêzên çekdarên DAIŞ de berdewam e," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Me 17 terorîst kuştin û hejmareke wesayitên wan ên bi teqemeniyan barkirî wêran kirine, ligel embareke çek û cebilxaneyan," wî got.

Hêzên Iraqî roja Înê sê kîlometran di nava taxên Bab el-Bêd û Tob pêşketin, wî got, anî ziman jî ku wan hêlên berevaniyên terorîstan li taxên Meamil û Siha qut kirin.

"Hevdem, me pireke serav ya din daniye daku alîkariyê bike di livîna sivîlan de ji zonên şer bo deverên rizgarbûyî li rojhilatê bajar," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500