Hêzên Îraqî êrîşa ku bi otombîleke xwekuj pêk hat vala derxistin, êrîşa ku hatibû amadekirin ji bo ku mêvanên Pîrozgeha Îmam Mûsa el-Kazim li Bexdadê bike armanc, Feramadariya Operesyonên Bexdadê îro Pêncşemê (20ê Nîsanê) got.
"Hişyarî, haydan û lêkolînên hûr ji aliyê hêzên çekdar ve ew gengaz kirin ku komploya "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" [DAIŞ] vala derbixin....êrîşa ku hatibû amadekirin ji bo ku mêvanên Pîrozgeha îmam Mûsa el-Kazim bi otombîleke ku bi teqemeniyên dijwar hatibû barkirin bike armanc," Fermandariyê di daxuyanîyekê de got.
Leşkerên ku xala berçavkirinê ya Siqûr a li rojavayê Bexdadê kontrol dikirin, otombîl dorpêç kirin, otombîla ku paşê ji aliyê tîmeke andezyariyê hatibû teqandin bêy ku tu ziraran bikin, daxuyaniyê got.