Êrîşên asmanî yên Îraqî li rojavayê Mûsilê di van herdu rojên dawî de pênc birêveberên bilind ên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin, di nav wan de xizmekî serokê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî, Polîsê Federal îro Pêncşemê (20êNîsanê) got.
"Hêzên me fermandarên DAIŞ yên li qada şer di rêya êrîşên asmanî yên biarmanc re û istixbaratên xwe li ser tevgera wan li xetên paş xurt dikin dikin armanc," serokê polîs emîd Raid Şakir Cewdet got.
Fermandarê bilind ê DAIŞ Ebdula Husênî, yê ku xizmekî Bexdadî ye, di êrîşên asmanî de hate kuştin, wî got.
Herwiha êrîşan "Ebû Beraa Daxistanî yê terorîst, yê ku fermandarekî leşkerî ye, û alîkarê wî Ebû Ebdu Rehman el- Zemarî li devera Cisir Xamis, li bakurê Bajarê Kevin kuştin", Cewdet got.
"Xalid Elî Neda; serokê dîwana zekatê û Qadî el-Dam yê ku bi navê Ebû Husên tê naskirin jî hatine kuştin, dema ku cihê wan li taxa Zenjilî hatibû armanckirin," wî got.