Nûçeyên Iraqê

Kesên Sûrî yên hatin derxistin li cihê bombebarankirina kujêner asê mane

Bi sedan kesên Sûrî yên bi tirs ji ber ku ew ji bajarokên dorpêçkirî hatin derxistin Pêncşemê (20ê Nisanê) li xaleke raguhastinê ya li jêr kontrola opozîsyonê asê mabûn û bêtir ji 120 kesên ku hevalên wan ên ji wan bajarokan bûn di bombebarankirina dawiya hefteyê de hatine kuştin, AFP ragihand.

Her 3,000 kesên derkirî ji malên xwe li bajarokên Fuaa û Kefreya yên li jêr kontrola hikûmetê di berbanga Çarşemê de (19 Nîsanê) derketin, weke beşekî ji peymaneke ku herwiha tê de hate dîtin ku niştecî û şervan li çend deverên opozîsyonê yên ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatine dorpêçkirin hatine raguhestin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got derengkirina dawî encama daxwaza opozîsyonê ya ku 11 saetan berdewam kir bû ji bo ku girtiyên ku ji aliyê hikûmeta Serok Beşa Esad ve hatine binçavkirin rizgar bikin.

"Kerwan dê nelive heta ku 750 girtî -- jin û mêr -- ji zindanên rêjmê neyên serbestberdan û negihine deverên li jêr destên dijberan," koma çavdêrîkirinê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500